Mesrûr Barzanî: Sîstema bankî stûna sereke ya bihêzkirina aboriya Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Hezîrana 2023an şaxê sereke yê Banka Cîhan û avahiya Rêveberiya Giştî ya Bankê li Hewlêrê vekir.
14.06.2023, Çar - 14:37
Mesrûr Barzanî: Sîstema bankî stûna sereke ya bihêzkirina aboriya Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasima vekirina şaxê sereke yê nû yê bankê de ligel karmend û berpirsên Banka Cîhan civiya û spasiya beşdarbûna wan di pirojeya (Hejmara Min) de kir.

Serokwezîr got, bankên Herêma Kurdistanê ji ber nebûna şarezayê û nebûna teknolojiyê ji bo meşandina karûbarên xwe heta niha li ser asta navdewletî kar nekirine, lewra piraniya bankan tenê bûne cihê veguhestina pereyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku bank stûna sereke ya tevgera aborî ya welat in. Her wiha got jî: “Ji ber vê yekê em dixwazin ku bank li bi awayekî navdewletî kar bikin.”

Tekez kir jî: “Me giringiyeke mezin daye bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û stûna sereke ya bihêzkirina aboriya Kurdistanê jî sîstema bankî ye.”

Bi gotina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya projeya Hejmara Min de, dibe ku pêwendiyeke dualî di navbera welatiyan û bankan de hebe, da ku welatiyên Herêma Kurdistanê di projeyên bazirganiyê de sûdê ji xizmetên bankî werbigirin.

Her wiha got: Zêdetir ji 1.2 milyon karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene û armanca me di projeya Hejmara Min de ew e ku di heyama du salan de hemû karmendan bixin ser vê sîstemê.”

Da zanîn jî: “6 bankan ji bo beşdarbûna di pirojeya (Hejmara Min) de daxwazname pêşkêş kirine û hatine pesend kirin.”

Banka Cîhanî ya Geşepêdan û Fînansekirinê, projeyek veberhênanê ya Koma Kompanyayên Cîhanê ye ku niha hemû karên xwe temam kirine û îro Serokwezîr şaxê nû ya bankê vekir.

Li gorî Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji sedî 95ê karmendên wê bankê xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:28