Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku Şoreşa Gulanê hêviyeke mezin da gelê Kurdistanê û destkeftiyên wekî Parlamentoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî Şoreşa Gulanê hatin bidestxistin.
“Mesrûr Barzanî herwiha di berdewaiya peyama xwe de got:
Di 48emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Pêşmergeyên qahreman, tevahiya Pêşmerge û têkoşerên beşdar ên di şoreşê de dikim.
Şoreşa Gulanê şopdarê şoreşa mezin a Îlonê bû ya bi rêberatiya Barzaniyê Nemir.
Şoreşa Gulanê hêviyeke gelek zêde da xelkê Kurdistanê.
Planên dijminan ên li dijî gelê Kurdistanê ku dixwest dawî bi şoreş û xebata rewa ya xelkê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên rewa bînin, pûç kir.
Berxwedana gelê Kurdistanê, yekrêzî û yekhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî bû sedema bidestxistina çend destkeftên mezin yên nîştimanî.
Yek ji wan destkeftên mezin jî raperîna biheybet a Bihara 1991an hilbijartina Parlamentoyê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.”