Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê xewna dijminan xiste gorê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 46emîn a Şoreşa Gulanê de peyamek belav kir
26.05.2022, Per - 08:57
Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê xewna dijminan xiste gorê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 46emîn a Şoreşa Gulanê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Şoreşa Gulanê wek berdewamiya Şoreşa Îlonê, xewna dijminan a jinavbirina gelê Kurdistanê xiste gorê.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya çil û şeşmîn a salvegera Şoreşa Gulanê, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî Cenabê Serok Mesûd Barzanî, Pêşmergeyên qehreman, beşdarên şoreşê û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.

Şoreşa Gulanê wek berdewamiya Şoreşa Îlonê, xewna dijminan a jinavbirina gelê Kurdistanê xiste gorê, ji ber wê ew peyameke bihêz a gelê Kurdistanê bû ku stem û dagîrkarî red kir û ti carî dest ji mafên xwe yên rewa berneda, ji bo vê yekê jî qurbaniyên mezin dan û çendî destan di dîroka xebata gelê Kurdistanê de tomar kirin, ya diyartirîn jî, destana dîrokî ya Xwakurkê bi rêbertiya Serok Barzanî bû.

Îro di demekê de ku salvegera Şoreşa Gulanê bi bîr tînin, ku xebata gelê Kurdistanê ji bo parastin û berevanîkirina li destkeft û saziyên wî yên rewa berdewam e, pêwîst e gelê Kurdistanê bi hemû alî û pêkhateyên xwe berevaniyê li mafên xwe yên destûrî bikin ku bi xwîna hezaran şehîdan bi dest hatine.

Di salvgera vêketina Şoreşa Gulanê de, bi rêz û pêzanîneke mezin hemû Pêşmergeyên qehreman û beşdarbûnê vê şoreşê bi bîr tînin, di serî de jî şehîdê serkirde Îdrîs Barzanî.

Silav ji bo giyanê şehîdên Şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:46:37