Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşeke niştîmanî û tevalî ya Kurdistanê bû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamekê bi helkefta salvegera şoreşa Îlonê parve dike.
11.09.2024, Çar - 09:52
Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşeke niştîmanî û tevalî ya Kurdistanê bû
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 11.09.2024) peyamekê bi helkefta salvegera 63ê ya şoreşa Îlonê parve kir û tê de ragehand, “Îro 63 sal bi ser serhildana şoreşa mezin a Îlonê re derbaz dibin, ku şoreşke niştîmanî û seranserî û tevalî bû, bi serkirdetiya rêberê me yê niştîmanî Barzaniyê Nemir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Libîranîna şoreşa Îlonê libîranîna qonaxeke geş a xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye, pêxemetî mafên wê yên rewa û destbernedana ji bergirîkirina ji ax û xelkê Kurdistanê ye.”

Tekista peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Îro 63 sal bi ser serhildana şoreşa mezin a Îlonê re derbaz dibin, ku şoreşke niştîmanî û seranserî û tevalî bû, bi serkirdetiya rêberê me yê niştîmanî Barzaniyê Nemir.

Libîranîna şoreşa Îlonê libîranîna qonaxeke geş a xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye, pêxemetî mafên wê yên rewa û destbernedana ji bergirîkirina ji ax û xelkê Kurdistanê ye.

Nirxên bilind ên şoreşa Îlonê di çespandina dadperwerî û yekrêzî û yekgirtin û rawestiyana li beranberî stem û bêdadiyê de herdem îlhambexşên karkirina me ne, pêxemetî zêdetir xizmetkirina xelkê Kurdistanê û parastina destkeftiyên me yên niştîmanî.

Di salvegera şoreşa Îlonê de, em bi rêz û hurmeteke zêde xebat û têkoşan û qurbanîdana hemî Pêşmerge û têkoşerên tevlîbûyîyên şoreşê ji hemî tex û pêkhateyên cuda cuda yên gelê Kurdistanê libîr tînin.

Silav li canê pakij ê şehîdên şoreşa Îlonê û tevaya şehîdên Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Vî nûçeyê tevayî: 132 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:16