Îro çarşemê 21ê Îlona 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender kir û spasiya piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Pêşmerge kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîr di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û yadaşta hevtêgihîştinê gotûbêj hat kirin, ku îro di navbera herdu aliyan de li ser berdewambûna piştgirîkirina Pêşmerge û hevahengiya serbazî û ewlehiyê tê îmzekirin.
Hat eşkerekirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge, bi taybetî di rûbirûbûna teror û terorîstên DAIŞê de. Bi taybetî ku îro ew yadaşta hevtêgihiştina girîng di navbera herdu aliyan de tê îmzekirin û daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Amerîkayê dûpat kiriye.
Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan daye û diyar kiriye ku cihê şanaziyê ye îro li vir e ji bo îmzekirina vê yadaşta hevtêgihîştinê ku nîşaneya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê, çend mijarên din ên civînê bûn, ku Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Ervin Hicks Jr amade bûn.