Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê: Pêwîst e hilbijartin bê sextekarî û binpêkirin bên kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchens kir.
17.09.2024, Sal - 14:40
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê: Pêwîst e hilbijartin bê sextekarî û binpêkirin bên kirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchens kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley amade bû, guftûgo li ser amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.

Her du alî li ser giringiya lidarxistina hilbijartinan di keşeke aştiyane, dadperwerane û dûrî sextekarî û binpêkirinan hevnêrîn bûn.

Hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, dabînkirina mafên darayî yên Herêmê û berdewamiya piştevanîkirina Pêşmerge mijareke din a hevdîtinê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:01