Mesrûr Barzanî û Konsulê nû yê Amerîkayê li ser hilbijartinên parlamentoyê û çend mijarên din gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner kir.
15.08.2024, Per - 17:02
Mesrûr Barzanî û Konsulê nû yê Amerîkayê li ser hilbijartinên parlamentoyê û çend mijarên din gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê di erkî wî de jê re xwast.

Serokwezîr herwiha spasiya Konsulê berê yê Amerîkayê Mark Straw jî kir ku di civînê de amade bû, ji ber xebatên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên dualî.

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistin û bihêzkirina têkeliyên li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da. Herwiha behsa rola giring a Herêma Kurdistanê weke hevkareke bihader ya Amerîkayê di bihêzkirina ewlehî û aramiya Iraq û navçeyê de kir.

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê amaje bi serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya di meha Sibata îsal bo Amerîkayê kir, ku roleke wî ya girîng di pêşkêşkirina raveyên pêwîst derbarê guhertin û pêşhatên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê ji bo berpirsên payebilind ên wî welatî hebû. Hêvî jî xwast ku serdanên wiha berdewam bibin.

Amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de, giringiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, mijarên din guftûgoyan bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:07:21