Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî pêwendiyeke telefonî encam dan

"Hikûmeta Iraqê hemû cûre bizadandina welatiyan û destdirêjiya ser yasa û dewletê red dike."
09.06.2022, Per - 05:56
Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî pêwendiyeke telefonî encam dan
Nuçe Belav bike

.

Îşev di demjimêr 21:35ê de terorîstan bi droneke bombekirî li ser rêya sereke ya Hewlêr – Pîrmam êrîşek encam da.

Piştî wê êrîşa terorîstî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axivî.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di pêwendiya telefonî de Mistefa Kazimî ragihandiye, hikûmeta Iraqê hemû cûre bizadandina welatiyan û destdirêjiya ser yasa û dewletê red dike û hikûmeta Iraqê tekezî li ser hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo derxistina aliyên ku dixwazin seqamgîriyê têk bibin.

Li ser vê mijarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Mistefa Kazimî tekezî li ser girîngiya karê hevbeş ê Hewlêr û Bexdayê ji bo seqamgîrî û bihêzkirina asayîşê kiriye.

Her du aliyan di pêwendiya telefonî de diyar kirine ku armanca vê êrîşa ser Hewlêrê ziyangihandina vê hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê ye û herwiha hewldana têkelkirina kartan û belavkirina aloziyê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:46