Mesrûr Barzanî û Sûdanî: Giring e pirsgirêk li ser bingeha destûrê bên çareserkirin

Mesrûr Barzanî îro 30î Gulanê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Federal Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
30.05.2024, Per - 15:32
Mesrûr Barzanî û Sûdanî: Giring e pirsgirêk li ser bingeha destûrê bên çareserkirin
Nuçe Belav bike

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Gulanê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Federal Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Di civînê de rewşa Iraqê bi giştî û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingehê destûrê hat gotûbêjkirin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker ji bo çareserkirina kêşeyan ku di berjewendiya hemû pêkhate û welatiyên Iraqê de ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 547 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:57:31