Mesrûr Barzanî Wezareta Perwerdeyê ji bo belavkirina hişyariya li ser madeyên hişber raspart

Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwazê ji Wezareta Perwerdeyê dike, di dema 30 rojan de pilanekê ji bo belavkirina hişyariya rûbirûbûna madeyên hişber li navendên xwandinê û civakê amade bike.
15.10.2023, Paz - 16:54
Mesrûr Barzanî Wezareta Perwerdeyê ji bo belavkirina hişyariya li ser madeyên hişber raspart
Nuçe Belav bike

Roja Yekşemê, 15ê Cotmeha 2023ê, Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser astên cuda cuda berhingarî madeyên hişber û kartêkerên mejî dibe. Ji aliyê hişyariyê jî ve, Hikûmetê Wezareta Perwerdeyê ji bo hewa hişyarkirina zanistî li ser berhingarbûna madeyên hişber raspartiye.

Di wê ragehandina Fermangeha Medya û Zanyaran de hatiye, “li dû nivîsareke fermî ya Serokatiya Dîwana Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 11ê Cotmeha 2023ê, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo belavkirina hişyariya berhingarbûna madeyên hişber li navendên xwandinê û civakê hat raspartin”.

Li ser naveroka wê nivîsarê jî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê amaje daye wê yekê, “di dema 30 rojan de, pilana Wezareta Perwerdeyê ji bo vê meremê ji bo Civata Wezîran bê bilindkirin ji bo ku kar li ser wê bê kirin”.

Fermangeha Medya û Zanyaran amaje daye wê yekê jî ku madeyên hişber li ser saxlemiya welatiyan û ewlehiya civakî gefên mezin in. Ji bo berhingarbûna van encamên nexwestî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî piroseya berhingarbûna qanûnî û ewlehî, dixwaze ji aliyê hişyariya civakî jî ve bizavên baştir bike.

Her îro roja Yekşemê, 15ê Cotmeha 2023ê, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, li bajarê Hewlêrê, konfiransa berhingarbûna madeyên hişber û kartêkerên mejî hat kirin, ku ji aliyê Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî ya Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ve hat serperiştîkirin.

Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kuridstanê, Alan Heme Seîd, di penelekê wê konfiransê de amaje da wê yekê, Wezareta Perwerdeyê kar li ser stratejiyekê kiriye ku jê re dibêjin stratejiya perwerdeya xweparêziyê, ku bi rêya bernameyên xwandinê, mijara berhingarbûna madeyên hişber û belavkirina hişyariyê li ser metirsiyên wan, ji bo xwendekaran ron dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:12