Metran Şemûn Danyal: Dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan her dem alîkar bûne

Metranê Dêra Rojhilat serdana Akrê û deverên ku Krîstiyan tê de niştecî ne, kir û di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ew spasiya dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji ber alîkariya wan a berdewam a ligel wan û bersivdana ji bo hemû pirsên ku li wê navçeyê rûdidin.
21.07.2023, Cum - 05:36
Metran Şemûn Danyal: Dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan her dem alîkar bûne
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, Metranê Dêra Rojhilat Metran Şemûn Danyal ragihand: “Em spasiya dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji ber alîkariya wan a berdewam a ligel wan û bersivdana ji bo hemû pirsên ku li wê navçeyê rûdidin. Herwiha em spasiya hewlên Serok Mesûd Barzanî dikin, ku her dem hembêza wî ji bo Krîstiyanan vekirî ye û piştevaniya wan dike.”

Metran Şemûn Danyal diyar kir: “Em spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha Mensûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Herêmê Rêber Ehmed dikin, ku her dem ji bo gihiştina hawara Krîstiyanan li Herêma Kurdistanê amade ne û di egera rûdana kêşeyekê de rasterast têne ser xet û kêşeyan çareser dikin.”

Li ser rewşa Krîstiyanên li navçeyê, Metranê Dêra Rojhilat diyar kir: “Spas bo Xweda li vê derê bextewarî heye û hevkarî û xoşewîstiya berdewam heye.”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:08:26