Mexmûr: Berpirsê êrîşa Mexmûrê hikûmeta Bexdayê ye

Encumena Kampa Mexmûrê derbarê êrişa duh êvarî ya li Kampa Mexmûrê de ragihand ku hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên ku qada asmanî ya Iraqê bikar tînin berpirsiyarên vê êrîşê ne.
07.12.2017, Per - 12:52
Mexmûr: Berpirsê êrîşa Mexmûrê hikûmeta Bexdayê ye
Nuçe Belav bike

Doh li dor seat 18.45ê li kampa Mexmûrê ku piraniya niştecihên wê Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne, teqînek qewimî û li gor zanyariyan berdest di encama teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûne.

Encumena Kampa Mexmûrê derbarê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî da û tê de ragihand ku: " Li dijî hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê ku li Kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê ya di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye êrişek pêk hatiye. Di encama vê êrîşê de ji hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê şehîd û birîndar hene."

Di berdewamiya daxuyaniya Encumena Kampa Mexmûrê de tê gotin ku: "Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hêzên ku qada hewayî ya Iraqê bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirsiyar in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyekê bide."

Herwiha hat diyar kirin ku di seatên paştir de, dê hûrgiliyên êrişê bi awayekî berfireh bêne parvekirin.

Kampa Mexmûrê ji navenda bajarê Hewlêrê 60 kîlometreyî dûr e û di salên 1990î de hatiye avakirin. Di nava kampa Mexmûrê de 2 hezar û 700 malbatên Kurdên Bakurê Kurdistanê ku ji ber zor û zexta Dewleta Tirkiyê derbasî Başûr bûne hene û hejmara wan 12 hezar û 500 kes e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:18