Michael Hayden: Nexşeya Iraq û Sûriya wek xwe namîne

Rêveberê berê yê dezgeha Îstixbarata Amerîka(CIA) Michael Hayden ragehand ku piştî wan şerên ku niha di Rojhilata Navîn de birêve diçin, Iraq û Sûriya wek xwe namînin.
19.12.2016, Pts - 21:58
Michael Hayden: Nexşeya Iraq û Sûriya wek xwe namîne
Michael Hayden
Nuçe Belav bike

Rêveberê berê yê CIA, Michael Hayden ji bo kenala K24 ragihand ku di dema ku li nav dezgehê de erkdarbû û li gel kurdan kar dikir ji bo wî diyar bûye ku Kurd hevpeymanên bihêz yên Amerîkayêne.

Michael Hayden herwaha ragihand ku girînge ku Amerîka rêzê li xwastên hevpeymanê xwe yên kevin bigire û hemahengiyek bihêz li gel Herêma Kurdistanê hebe.

Rêveberê berê CIA di wê baweriyê de ye ku Iraq û Sûriye piştî şerê navxwe yê rêxistina DAIŞê wek niha namîne û yê dabeş bin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 2145 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:21