Mihemed Hacî Mehmûd: Peymana Lozanê bi yekrêziya siyasî ya Kurd hildiweşe

Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd dibêje, Peymana Lozanê bi xwepêşandan û îmzeyan nayê hilweşandin û divê em ders ji rabirdûyê werbigirin.
24.07.2023, Pts - 13:38
Mihemed Hacî Mehmûd: Peymana Lozanê bi yekrêziya siyasî ya Kurd hildiweşe
Nuçe Belav bike

Îro 24ê Tîrmehê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, dîdarek li gundê Gulaxanê yê ser bi Helebceyê ve hat lidarxistin û tê de çendîn kesayetiyên siyasî amade bûn û behsa bandora nerênî ya peymanê li ser Kurdistanê hat kirin.

Mihemed Hacî Mehmûd got: “Divê em ji rabirdûya nexweş dersan derxin. Peymana Lozanê bi xwepêşandan û komkirina hilnaweşe, lê ewê bi yekîtî, yekrêzî û yekhelwestiya siyasî ya gelê Kurd hilweşe.”

Herwiha got: “Îro dema em peymana ku bandoreke mezin li ser Kurdistanê kiribû bibîr tînin, wê demê piraniya welatên bihêz ji bo birêxistina xwe, lihev kirin. Tirkiyê jî ew peyman qebûl kir, tenê ji bo hilweşandina Peymana Sevrê.”

Mihemed Hacî Mehmûd dibêje: “Şert û mercên niha girîng û hestiyar in û pêwîstî bi yekrêziya siyasî û gelê me heye.”

Mihemed Hacî Mehmûd hêvî xwest ku ev civîna wan encamgir be û gotûbêj li parçeyên din ên Kurdistanê jî bên kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:40