Mihemed Şukrî: Em ji bo berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî li Korbenda Saint Petersburgê ne

27. Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê tê lidarxistin. Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê jî dibêje, ew ji bo berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî li Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê ne.
05.06.2024, Çar - 10:06
Mihemed Şukrî: Em ji bo berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî li Korbenda Saint Petersburgê ne
Nuçe Belav bike

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî ji ajansa K24ê re ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî ji bo konferansê hatiye vexwendin, lê li şûna serokwezîr, ew ligel şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de beşdar dibin.

Mihemed Şukrî diyar kir, zêdetirî 100 welat beşdarî çalakiyên konferansê dibin û ew bi niyaz in li gel şand û kompanyayên cuda cuda behsa derfetên kar li Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Desteya Veberhênanê got: “Emê hewl bidin sûdê ji vê konferansê bibînin, ji bo berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên Herêma Kurdistanê bi welatên din re.”

Aşkere kir ku, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir giringiyê dide mijara pîşesazî, enerjî û enerjiya nûjen, ji bo vê mebestê jî dê gotûbêjan li gel kompaniyên beşdar bikin û ji ezmûnên wan sûd werbigirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî pêk tê, ji bo beşdarî 27emîn Korbenda Aborî ya Navneteweyî ya Saint Petersburgê bibe gihîştibû Rûsyayê.

Biryar e sibe bi amadebûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û çend berpirsên din ên welat û biyanî, konferans li bajarê Saint Petersburgê dest pê bike û heta 8ê vê mehê berdewam bike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:57