Mîrê Êzdiyan: Divê pirsgirêka li Şingalê bê çareserkirin

Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg daxwaza cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê kir û got “8 sal e xelkê me di nav çadiran de dijîn. Germa havînê û sermaya zivistanê di nav van çadiran de derbas dikin û bi rastî jî di rewşeke xirab de ne. Bi rastî em êdî nikarin li ber xwe bidin.”
06.09.2022, Sal - 06:35
Mîrê Êzdiyan: Divê pirsgirêka li Şingalê bê çareserkirin
Nuçe Belav bike

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bi helfefta 5ê Îlonê Roja Xêrxwaziyê ya Navnetewî, piştî ku seredana ofîsa Rêveberiya giştî ya Alîkarî û Geşepêdana Civakî ya Duhokê kir, li mala pîran a Duhokê lêkolîn kir.

Piştre Mîr Hazim Beg ji çapemeniyê re axivî û tekez kir ku serdana wî ya bi boneya vê rojê girîngiyeke manewî ye.

Herwiha Mîr Hazim Beg got “Ez spasiy gelê Kurdistanê bi taybetî jî ya xelkê Duhok û Zaxoyê dikim. Me jibîr nekir, Dema ku Êzdî rastî komkujiyê hatin, deriyên mala xwe, deriyên mizfgeftên xwe xelkê me yê Şingalê re vekirin. Kurdistan, bi Misilman, Êzdî, Sabiî, Krîstiyanên xwe xweş de.”

Li ser pirsa ji bo rê li ber koçkirina Êzdiyan ya derveyî welat bê girtin çi tên kirin Mîr Hazim Beg wiha bersiv da “8 sal e xelkê me di nav çadiran de dijîn. Germa havînê û sermaya zivistanê di nav van çadiran de derbas dikin û bi rastî jî di rewşeke xirab de ne. Bi rastî em êdî nikarin li ber xwe bidin. Em bi rêya we bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, sazî û civaka navdewletî, Yekîtiya Ewropayê dikin. Êdî pirsgirêka li Şingalê çareser bikin. Em dixwazin Rêkeftina Şingalê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin bê cîbibcîkirin. Bi vê yekê xelkê me bikaribe vegerin malên xwe, ben qerebûkirin û bikaribin xwe biparêzin.”

Mîr Hazim Beg diyar kir ku ew ê di rojên pêş de ji bo pirsgirêka Şengalê bi Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan re biçin Bexdayê û wiha berdewam kir “Pirsgirêka cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê girêdayî Hewlêr û Bexdayê ye. Şengal ji ber cihê xwe yê erdnîgarî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Li ser sînorê Sûriyê ye, li ser sînorê Iraq û Kurdistanê, nêzîkî sînorê Tirkiyê ye.”

Mirê Êzdiya diyar kir ku ji ber şewata li kampan duh serdana kampekê kiriye û welatiyên li wê derê li şûna çadiran malên brîket dixwazin û ew ê vê mijarê bi Wezîrê Navxwe re biaxivin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 5ê Îlonê ku di wê rojê de Rahîbe Teresa jiyana xwe ji destdabû, wek Roja Xêrxwazî ya Navnetewî qebûl kiribû.

Rahîbe Teresa ya ku di sala 1979an de ji ber xebatên xwe yên xêrxwaziyê Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû, di 5ê Îlona 1997an de jiyana xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:39