Mîrê Êzdiyan: Em dixwazin welatiyên me bi rûmet vegerin warê xwe

Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg radigihîne: “Em spasiya alîkarî û helwestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di dema karesatê de, deriyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji Êzidiyan re vekirin û pêşwaziya wan kirin û her tiştê ku ji destê wan hat, pêşkêşî me kirin.”
03.08.2024, Cts - 15:37
Mîrê Êzdiyan: Em dixwazin welatiyên me bi rûmet vegerin warê xwe
Nuçe Belav bike

Mîr Hazim Tehsîn Beg di gotarekê de bi boneya dehemîn salvegera jenosîda welatiyên Êzidî got: “Dema ku em behsa komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan dikin, çend karesatên ku bi serê Êzidiyan de hatine kirin, ji bîra me naçin. Bi giştî karesatên qirkirinê yên di dîrokê de bi serê Êzdiyan de hatine, digihêje 73 trajediyan, ev tê wê wateyê ku dîrok xwe dubare dike û welatiyên Êzidî weke civakeke qirkirî bidin naskirin.”

Herwiha got: “Dema em behsa komkujiya Êzdiyan dikin, em behsa wê karesatê dikin ku ti Êzidî di malên xwe de nehiştin, hemû hatin derxistin û bi hezaran ji wan li çiyayê Şengalê hatin dorpêçkirin. Bi hezaran Êzidiyên din koçberî Herêma Kurdistanê bûn û hejmareke din jî penaberî welatên din bûne. Em qet komkujiyê ji bîr nakin, me dît ku çawa keçên me wek kole hatin birin û li bazara parêzgeha Neynewayê hatin firotin.”

Mîr Hazim di beşeke din a gotara xwe de got: “Ji destpêka komkujiyê û heta niha zêdetirî 6 hezar welatiyên Êzîdî hatine kuştin, bi hezaran jî dîl hatine girtin, heta niha 94 gorên bikomî yên welatiyên Êzidî hatine dîtin û bi dehan mezargehên olî hatine teqandin.”

Amaje bi wê jî kir, “Lê tevî têkbirina DAIŞ’ê jî, çarenivîsa bi hezaran jinên Êzidî yên revandî ne diyar e, gorên bikomî nehatine kolandin û qurbanî li gorî bnemayên ola Êzidî nehatine veşartin. Bi hezaran Êzîdî hîn jî di nav germ û sermayê de li kampan êş û azarê dikişînin, di demekê de ku koçberên deverên din ên Iraqê, vegeriyane malên xwe.”

Mîr Hazim got: “Em spasiya alîkarî û helwestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di dema karesatê de, deriyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji Êzdiyan re vekirin û pêşwaziya wan kirin û her tiştê ku ji destê wan hat, pêşkêşî me kirin.”

Herwiha got: “Serok Barzanî xwedî helwesteke bi rûmet bû û piştgirî da me. Spasiya Nêçîrvan Barzanî li ser vekirina ofîsa azadkirina revandiyên Êzidî dikin. Herwiha ew alîkariya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêş dike, bi dabînkirina budceyek ji bo alîkariya darayî ji bo jin û keçên Êzîdî yên rizgarkirî, tevî krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, ev yek gelek cihê destxweşiyê ye. Vê jî kiriye ku em bi biryartir li ser axa xwe û welatê xwe bin.”

Mîrê Êzidiyan got jî: “Em dixwazin bi rûmet, ne bi tirs û xofê, vegerin cih û warên xwe, ji ber ku em naxwazin karesateke din were serê me. Em dixwazin welatiyên êzîdî bi serbilindî û bawerî vegerin warên xwe, lê ligel vê jî divê pêwîstî û xizmetguzariyên sereke ji wan re bên dabînkirin, weke çawa ji bo hemû pêkhate û xelkê Iraqê hatiye kirin.”

Mîr Hazim got: “Divê hikûmeta Iraqê di mijara Êzidiyan de cidîtir be û pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên Şingalê çareser bike, da ku welatî bibin xwedî bawerî û ewlehî û vegerin warê xwe.”

Herwiha tekez kir jî:  “Divê hikûmeta federal jî xizmetê ji herêmê re bike, ciwanên Şingalê weke polîs bên xebitandin, rêveberiya Şingalê bi rêkeftin be û nûnerên Êzidî jî di danûstandinan de cih bigirin. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî divê bûdceyekê ji bo Şingalê dabîn bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 501 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:10