Mîrê Êzdiyan pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê bi boneya 78 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û roja jidayikbûna Serok Barzanî, pîrozbahî li Serok Barzanî û endam û alîgirên PDKê dike.
17.08.2024, Cts - 10:11
Mîrê Êzdiyan pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike
Nuçe Belav bike

Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg peyamek belav kir û tê de got: “Bi boneya 16ê Tebaxê, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û roja jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî, em pîrozbahiyê li Serok û hemû endam û PDKê dikin.”

Mîr Hazim got jî: “Em hêvîdar in ku Xwedêyê mezin aştî, aramî û pêkvejiyana di navbera ol, netewe û pêkhateyan li Kurdistanê biparêze.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 78 sal berê, di 16ê Tebaxa 1946an de bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî de hat damezrandin, heta niha 14 kongre lidar xistine û li gorî encamên hilbijartinan, niha PDK mezintirîn partiya siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:40