Mîrê Êzidiyan daxwazekê pêşkêşî serokwezîrê Iraqê yê raspardekirî dike

Mîrê Êzîdiyan li Iraq û Cîhanê Hazim Tehsîn Beg daxwaz ji serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî kir ku nûneratiya Êzîdiyan di hikûmeta nû de bi awayekî dadperwerane hebe wek postên wezîr û rêveberên giştî.
20.10.2022, Per - 10:48
Mîrê Êzidiyan daxwazekê pêşkêşî serokwezîrê Iraqê yê raspardekirî dike
Nuçe Belav bike

Mîrê Êzîdiyan li Iraq û cîhanê Hazim Tehsîn Beg di daxuyaniyekê de ji bo serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, “Di dema ku em pîrozbahiyê li cenabê we dikin ji ber erkdarkirina we ya ji bo postê serokwezîriyê, em dixwazin gilî û perawîzxistina li Êzidiyan hatine kirin pêşkêşî we dikin ku ya herî dawî jenosîda Şingalê ya li ser destên teroristên DAIŞê bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: Her kesê ku li dîrokê bixwîne, baş ji wê têdigihe ku Êzidî mîratgirên şaristaniya kevnar a Iraqê û ji gelên xwecihî û olên kevnar ên li vî welatî ne.”

Got jî: “Em weke Mîrê Êzidiyan dixwazin dewleteke sivîl û welatîbûnê li ser bingehê maf û erkan were avakirin nûnetatiya hemû pêkhateyên gelên Iraqê û di nav de Êzidî tê de hebe û li gorî qebare û hejmara wan di postên payebilind de beşdar bin.

Amaje bi wê yekê jî kir, “li ser bingeha mafê niştimanî û destûrî, em daxwazê ​​ji we dikin ku di kabîneya nû de nûneratiya Êzîdiyan bi dadwerî û wekhevî hebe û postekî wezarî ji bo wan were dayîn, her wiha em daxwaza postên rêveberê giştî û saziyên serbixwe jî dikin.”

Mîrê Êzidiyan di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em hêvîdar in ku daxwazên me yên rewa rê li ber cîbicîkirina wan bê vekirin û li ber çavên xwe bigirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:46