Mîr Hazim daxwazê ji Kurdên Êzidî dike ku tevlî hilbijartinên giştî bibin

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg daxwazê ji Kurdên Êzidî dike, bi rengekê berfireh tevlî hilbijartinên civatên parêzgehan bibin, ji bo ku gelek nûner hebin û bikarin berevaniyê ji mafên xwe bikin.
18.12.2023, Pts - 08:15
Mîr Hazim daxwazê ji Kurdên Êzidî dike ku tevlî hilbijartinên giştî bibin
Nuçe Belav bike

Mîr Hazim got, “Ev neh sal in ku gelek Êzidî li nav kempan dijîn û tevlîbûna wan bi rêjeyeka zêde di hilbijatinan de dibe sedema xêr û guhertinan ji bo wan”.

Biryar îro, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) bên kirin, ku zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye.

Komisyona Hilbijartinan a Îraqê ji bo vekirina heft hezar û 765 bingehên dengdanê amadekarî kirine, ku 48 hezar û 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan.

Li gor amarên Komisyona Bala ya Hilbijartinên Îraqê jî, ji bo hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê, navendên dengdanê û westgeh dê ji aliyê fermanberên dewletê û xwendekarên zanîngehê û derçûyan ve bên birêvebirin ku hejmara wan 214 hezar û 595 karmend in.

Roja 31ê Cotmeha 2023ê, Komisyona Bala ya Hilbijartinên Îraqê ragehand, pênc hezar û 915 namzed dê pêşbirkê di hilbijartinên civatên parêzgehan de bikin ku 357 namzed ji pêşbirkêya hilbijartinan hatine dûrxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:40:11