Mîr Tehsîn Beg vedgere Herêma Kurdistanê

Rêveberê giştî yê karubarên Êzîdîyan li wezareta ewqaf û karubarên olî ragîhand; îro Mîr Tehsîn Beg, mîrê Êzîdîyan dê bighêje frokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
26.02.2017, Paz - 17:16
Mîr Tehsîn Beg vedgere Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Xêrî Bozanî, bo War got: Mîrê Êzîdîyan bi rêka frokxaneya Dosildof li Almanya berbi herêma Kurdistanê birê ketîye û sat sê û çil û pênc xulekê dê bighêje frokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û dê ji alîyê berpirsên êmnahî û partî û hikmî ve bê pêşwazîkirin.

Bozanî aşkere kir; Mîr Tehsîn ji egera nexweşîyê li derveyî welat bûye, paşê nuşdaran rê dane vegere herêma Kurdistanê û carek din xizmeta milletê xwe bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:37