Mûrad Îsmaîl: Hebûna Kurdan girêdayî hebûna Amerîkayê ye

Serokê Akademya Şingalê Mûrad Îsmaîl li ser îhtimala vekişîna hêzên Amerîkayê got, “Ez bawer dikim ku vekişîna Amerîkayê ya ji Îraq û Sûriyeyê dê bibe sedema ku DAIŞ vegere herêmê û tevliheviyeke ewlehiyê çê bike”
12.01.2024, Cum - 12:19
Mûrad Îsmaîl: Hebûna Kurdan girêdayî hebûna Amerîkayê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Akademya Şingalê Mûrad Îsmaîl beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bû û derbarê egera vekişîna hêzên Amerîkayê, bandora vekişîne ya li ser Kurdan, metirsiya çalakbûna DAIŞê û grûpên din ên çekdar de bersiva pirsên Dilbixwin dara da. Hevpeyvîn bi vî şeklêye:

Çima derketina Amerîkayê dê bibe sedema çalakbûna DAIŞê? Gelek kes vê yekê dibêjin.

"Belê, bi rastî pirseke di dema xwe de ye. Hikûmeta Îraqî biryar da û xwest leşkerên Amerîkî ji Îraqê derxin. Em dizanin ku operasyona Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ye. Ez bawer dikim ku vekişîna Amerîkayê ya ji Îraq û Sûriyeyê dê bibe sedem ku DAIŞ vegere deverê, ji ber ku DAIŞ çalak e û bi taybetî jî li Sûriyeyê.

Her wisa li Îraqê jî, bi hezaran endamên DAIŞê heta îro li van her du dewletan kar dikin. Li Cizîrê jî û li gelek deverên Sûriyeyê hîn kontrola DAIŞê heye û hebûna wan heye. Her wisa jî em dizanin bêhtir ji 10 hezar endamên DAIŞê li Sûriyeyê di zîndanan de ne. Vekişîna Amerîkayê wê tevliheviyeke ewlehî li deverê çê bike.

Heger ew endamên DAIŞê ji girtîgehan derketin û wan hêzeke xwe çêkir wekî sala 2014an ku hêzên DAIŞê dîsa karibe deveran kontrol bike. Metirsiya wê jî sîstema Iraqê ya ku piştî 2003yan hatiye çêkirin, bi dest û hêza Amerîka hat çêkirin, her wisa li Sûriyeyê jî piştî 2011an. Ez bawer nakim yek ji her du dewletan amade be, ev hêzên amerîkî derkevin û karibin derfeta ewlehiyê kontrol bikin piştî hîngê."

Metirsiya derketina hêzên Amerîkî dê li ser Kurdên li Sûriye û Îraqê çi be?

"Bi rastî hebûna Amerîkiyan û Ewropiyan baş e ji bo kêmneteweyên wekî Kurdan, Xirîstiyanan û Êzdiyan, li her du dewletan, bi taybetî li Sûriyeyê. Îro Amerîkî hêzên sereke ne ku piştevaniya HSDyê dikin. Bêyî hebûna Amerîkiyan li Sûriyeyê, ez bawer nakim HSD karibe ji aliyekî şerê Tirkiyeyê bike, ji aliyê dî ve şerê Hikûmeta Sûriyeyê bike, her wisa grûpên Îslamî li Efrîn û deverên din ku di bin kontrola wan grûpan de ne.

Ji ber wê jî, hebûna Kurdan, hêzên Kurdan û HSDyê ku ne tenê ji Kurdan pêk tê, Kurd û Ereb û gelên din jî tê de ne, girêdayî hebûna Amerîkiyan e li Sûriyeyê. Li Îraqê jî Amerîkî piştevaniya Kurdan û miletên din ên li Herêma Kurdistanê dikin. Şerê siyasî û leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê tê kirin.

Hûn dizanin çend êrişên bi dronan tên encamdan. Dema ku Amerîkî tine bûna, şerê li ser Herêma Kurdistanê wê tundtir bibûya û bandoreke neyînî dê li kêmneteweyan bibûya, wekî Kurd û Xirîstiyan û Êzidî û miletên din ên li wê deverê."

Êzidî dê çi ziyana rasterast bibînin heger Amerîkî derkevin?

"Dema ku DAIŞ hat û komkujî li dijî Êzidiyan çêkir, li ser gelên din jî binpêkirinên mezin hatin kirin. Dema aramî li deverê têk biçe, bandora neyînî bêhtir li kêmneteweyan dibe. Derverên Êzidiyan jî wekî Şingalê û deverên dîtir jî, derverên sînorî ne, di navbera Hêzên Îraqî û Hêzên Herêma Kurdistanê û her wisa hêzên din wekî YBŞ û hêzên Heşdî Şebiyê.

Ez bawer dikim heger hevsengiya ewlehî û siyasî li deverê têk çû, mirov ditirse ku şer li navçeyê çêbibe û DAIŞ an grûpeke wekî DAIŞê sûdê ji wê yekê bibîne.

Wekî nimûne, li Efrînê Êzidî nema dikarin bijîn, her wisa li gelek deverên din ên Sûriyeyê yên ku di bin kontrola grûpên Îslamî de ne. Bi rastî em ditirsin dema Amerîkî ji deverê bikişin, ev grûp karibin hinek deverên din kontrol bikin û li wan deveran wekî Şingalê şer dîsa dirust bibe û Tirkiyê destwerdanê bike û aramiya deverê têk biçe."

Hûn agahdarî rewşa Êzdiyên li Efrînê ne? Li wir DAIŞ tine lê grûpên çekdar hene, ti cudahî di navbera DAIŞ û grûpên çekdar de heye beramberî Êzidiyan?

"Ti cudahî di navbera wan de tine ye. Bi taybet di salên dawiyê de, hîç cudahî tine bû. Êzidiyan nikarîbû li Efrînê bijîn. Bêhtir ji 30 heta 40 hezar kesên Êzidî ji Efrînê derketin. Eger heye niha ji 1000 heta 2000 Êzidî li Efrîn û gundewarê wê mabin. Rewşa wan jî gelekî xirab e. Wekî hûn dizanin grûpên îslamî yên tundrew Efrîn kontrol kiriye. Ne ji fişara Tirkiyeyê ba, eger heye ew jî nikarîbûna li wir bijiyana. Em dikarin bêjin, hebûna Êzdiyan li Efrînê xelas bû û rewşa Êzdiyên li wir mane gelekî xirab e. Gelê Kurd jî bi sed hezaran ji Efrînê derket."

Hinek serkirdeyên DAIŞê ku li dijî Êzidiyan sûc kirine, niha di zîndanên Rêveberiya Xweser de ne û di bin kontrola HSDyê de ne. Tu di wê baweriyê de yî ku heger Amerîkî derkevin, ew dê sûdê ji wê valahiyê bibînin û careke din vegerin nava DAIŞê?

"Ew yek ji sedî 100 e. Me dît sala çûyî DAIŞê di zîndanê de çend operasyon kirin û hinek ji wan ji zîndanan reviyan. Dema ku rewşa ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk biçe, ez bawer dikim ew endamên DAIŞê ku niha li wê derê li zîndanan de ne ku bêhtir ji 9 hezar kes in, gelek ji wan jî serkirdeyên DAIŞê ne, wê karibin derkevin.

Bi rastî heger tu li hejmara DAIŞê binêrî, li Îraq û Sûriyeyê ji 10 heta 15 hezar endamên DAIŞê yên çalak hene. Her wisa 10 hezar di zîndanan de hene, li Sûriyeyê li cem HSDyê. Herwiha li Îraqê jî, dema ew karibin ji girtîgehan derkevin û dîsa xwe birêxistin bikin, wê metirsiyeke mezin dirust bikin. Herwiha li Kampa Holê, gelek kesên radîkal hene, dema ku kontrol nemîne ew jî dikarin dîsa tevlî DAIŞê bibin. Bi rastî metirsiyeke mezin heye lê cîhan vê cidî ernagire.

Hebûna Amerîkiyan li Sûriyeyê kêm e, belkî 900 leşkerên Amerîkî hebin, li Îraqê jî ji 2 heta 3 hezar leşkerên amerîkî hene. Mijara derxistina Amerîkayê ji Îraq û Sûriyeyê ne bi xelkê Îraqê û ne jî bi xelkê Sûriyeyê ve girêdayî ye lê belê ji ber fişara Îranê ye bi taybet piştî şerê Xezeyê li Filistînê, Îran dixwaze keresteyên xwe li navçeyê bi kar bîne, li Îraq û Sûriyeyê.

Îran dixwaze Amerîkiyan derxe, ji ber ku armanca wan a sereke ne Xeza ye lê belê Îran dixwaze Îraq û Sûriyeyê ji hêzên nêzî Amerîkiyan û nêzî Ewropayê vala bike û ew bixwe kontrol bike."

Divê Rêveberiya Xweser fişareke çawa li Amerîkiyan bike da ku Amerîkî dernekevin û operasyonên xwe li gel HSDyê berdewam bikin? Çi ji Rêveberiyê tê xwestin?

"Divê em hemû kar bikin, ji ber ku ti kesek naxwaze bikeve rewşa 2014an û 2015an û dîsa şer li deverê çêbibe, bi hezaran bêne kuştin û binpêkirin li dijî hezaran çêbibin. Ji berjewendiya me hemûyan re ye, wekî miletên Îraq û Sûriyeyê bi giştî, ewlehî li navçeyê berdewam bibe û navçe were avakirin dûr ji şer. Ez bawer dikim dema ku Amerîkî derkevin, tiştekî mezin dê çêbibe. Dibe ku ne karê min be jî ku ez vê gotinê dikim lê bi baweriya min, divê em gotina xwe bêjin, ji ber ku ne hemû miletên Îraqê bi biryara Hikûmetê re ne.

Dibe ku kêmtir ji sedî 20ê xelkê Îraqê piştevaniya Hikûmeta Îraqê ya niha dikin, piştî ku grûpa Sedr ji hikûmetê derket. Sune û Helbûsî ji hikûmetê hatin derxistin.

Her wisa hema bêje rola Kurdan û kêmneteweyan di hikûmetê de nemaye. Grûpek ji Hikûmeta Îraqê yan grûpek ji Şîe dixwazin vê biryarê li ser Îraqê ferz bike. Miletên Îraqê hemû dê baca vê yekê bidin. Bi raya min, ev erkê hemû Îraqiyan e û ne tenê yê min e yan ê Kurdan e, an Êzidiyan an Suneyan e. Dema ewlehiya deverê têk biçe, hemû wê ziyanê bibînin.

Amerîka dewleteke gelekî mezin e. Pirsigirêk niha li nava Îsraîl û Filistînê çêbû, her wiha Ukranya, li Taywan û Çînê. Ji ber vê yekê Îraq û Sûriye ji Amerîkayê re ne gelekî girîng in beramber bi van derên din re. Gelekî girîng e ku Hêzên Amerîkî ji Kongrêyê re bidin xuyakirin ku hejmara leşkerên xwe li Îraq û Sûriyeyê hejmareke gelekî kêm e. Heger Hêzên Amerîkî vekişin, ezmûna Efxanistanê dê dîsa dubare bibe.

Amerîkayê dikarîbû bi çend hezar leşkeran li Efxanistanê de bimîne û Talîban dîsa nedibû desthilat. Talîban grûpeke terorîst e, Efxanistanê kontrol dike. Heger Amerîka ji Îraq û Sûriyê vekişe, grûpeke terorîstî wê were li Îraq û Sûriyeyê kontrol bike. Berjewendiya Sûriye û Îraqê û Amerîka berdewamiya aramiya herêmê ye û heta aramî li herêmê baş çê ebe pêwîst e Amerîkî ji navçeyê venekişin."

Piştî destpêkirina şerê Xezayê, gelek êriş li dijî Amerîkiyan çêbûn li Îraq û Sûriyeyê û heta li Başûrê Kurdistanê jî. Eger heye ku êrişên grûpên çekdar Amerîka neçar bike ku derkeve?

"Grûpên nêzî Îranê gelekî bi hêz bûne. Li Libnanê bi hêz in, herwiha li Sûriyeyê jî. Li Îraqê jî, piştî vekişîna Sedir û piştî lawazbûna Kurdan di Îraqê de û ya Suneyan jî her wisa, bi rastî ev grûp gelekî bi hêz bûne îro.

Hema bêje biryara Îraqê ya siyasî di destê wan grûpan de ye. Herwiha ne ji berjewendiya Îraqê re ye ku grûpek fermanên xwe ji derveyî sînor bînin, wekî Îran an dewleteke din, ev ewlehiya niştimanî ye. Ango ewlehiya niştimanî ya Îraqê di metirsiyeke mezin de ye û ya Sûriyeyê jî her wisa. Ez bawer nakim ku Amerîkî bihêlin ev grûp wisa berdewam bikin. Li Derya Sor îro Husiyan rêya bazirganî girtine. Ez bawer nakim ku Amerîkî qebûl bikin ku ev grûp kontrolê li 3 yan 4 dewletan bikin. Ev grûp îro Îraq, Sûriye, Libnan, Yemenê kontrol dikin. Te dît girjiyên herêmî di navbera Îran û Tirkiyeyê û Ereb û Amerîkî û her wisa Îsraîlê de çêbibin. Ez bawer nakim ku Amerîka bihêle ev grûp planên xwe bi cih bînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:45:17