Rayedarê Deriyê Sinor: Li gumrikê hêzên Iraqî nînin

Berpirsê Deriyê Sinor ya Îbrahîm Xelîl, îddiayên ku dibêjin artêşa Iraqê daketine gumrukê derewand.
31.10.2017, Sal - 08:33
Rayedarê Deriyê Sinor: Li gumrikê hêzên Iraqî nînin
Nuçe Belav bike

Birêveberê Giştî yê Gumirkê li Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman di weşana zindî ya Rûdaw\'ê de di derbarê nûçeyê çûna hêzên Iraqî bo hundirê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl red dike û dibêje ti hêzeke iraqî derbasî wê navçeyê nebûye.

Samal Ebdulrehman ragihand, heya niha ti hêzeke îraqî neçûye Deriyê Dînorî yê Îbrahîm Xelîl û got, eger tiştekê weha hebe yan hêzek biçe wî sînorî dê haya min ji wê yekê hebe.

Ebdulrehman diyar kir ku çûn û hatin weke rojên berê bi deriyê navborî re berdewam e. Medyaya Tirkiyê îdia kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl radestî rêveberiya Bexdayê kiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:31