Mûsa Ehmed: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hember alîkarîkirina awareyên destê DAIŞê ranewestiya

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, awareyên destê DAIŞê cuda bûn ji awareyên bûyer û karesatên sirûştî û diyar kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hember alîkarîkirina awareyan ranewestiya.
17.08.2023, Per - 05:52
Mûsa Ehmed: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hember alîkarîkirina awareyên destê DAIŞê ranewestiya
Nuçe Belav bike

Roja Çarşemê 16ê Tebaxa 2023an, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed di pêşkêşkirina semînerekê de li Washingtona paytexta Amerîkayê, ragihand; di destpêka êrîşên rêxistina DAIŞê de hejmara aware û penaberan li parêzgeha Silêmanî û Duhok û navçeyên derdorê, zêdetir bû ji hejmara nişteciyên wê, herwiha diyar kir, cudahiya wan awareyan hebû li gor awareyên bûyer û karesatên sirûştî, awareyên ku berê xwe dabûn Herêma Kurdistanê, awareyên destê rêxistina herî dirinde ya sedsalê bûn.

Mûsa Ehmed ragihand, Kurdên Êzidî ku zêdetirî %40ê hejmara awareyan pêk tîne, beşeke mezin a zilamên wan li ber çavên malbatên xwe hatine serbirîn, loma ji aliyê derûniyê ve cîgirkirina wan awareyan li Herêma Kurdistanê karekî hêsan nebû.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kir, xelkê Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ranewestiya û li benda alîkariyên navdewletî, heta li benda alîkariya hikûmeta Iraqê jî nekir ji bo ku alîkariya awareyan bikin, wan bi xwe alîkarî kirin û derî li ber wan vekirin, tevî ku alîkarîkirina wan di stûyê hikûmeta Iraqê de bû.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê rewşa mirovî ya penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn ligel dezgeh, rêxistin û berpirsên hikûmetê gotûbêj dike.

Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, hinek ji wan rêxistinên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne, soz dane ku alîkariyên xwe berdewam bikin û got: “Di civîna roja çarşemê 16ê Tebaxa 2023an de em ê hûrgiliyên zêdetir derbarê rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê ne pêşkêşî berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê bikin. Em hêvîdar in wan razî bikin ku rêxistinên navdewletî han bidin ku alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî aşkere kir, heta niha zêdetirî 300 hezar koçberên Êzidî li Herêma Kurdistanê bicih bûne û di kampan de ne.

Mûsa Ehmed da zanîn, jiyana koçberên Êzîdî dema vegerin ser malên xwe dê aram bibe, ev yek jî girêdayî cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:07