Muzîkjenên biyanî dê konserên kurdî pêşkêş bikin

Muzîkjena xelkê Başûrê Kurdistanê Lence Elî ji Rûdawê re got, ew dê ligel 3 muzîkjenên biyanî li Birîtanya, Amerîka û hinek welatên Rojahilata Navîn rêze konser dirist bikin.
23.02.2017, Per - 09:48
Muzîkjenên biyanî dê konserên kurdî pêşkêş bikin
Nuçe Belav bike

Hunermenda kurd Lence Elî çend konseran dê ligel muzîkjenên biyanî li dar bixe.

Muzîkjena xelkê Başûrê Kurdistanê Lence Elî ji Rûdawê re got, ew dê ligel 3 muzîkjenên biyanî li Birîtanya, Amerîka û hinek welatên Rojahilata Navîn rêze konser dirist bikin.

Lence Elî diyar kir ku stranên konseran wan dê zedetirî 10 stranan be û herwiha 3 ji wan jî dê yekem car di konserên navborî de were gotin.

Koma Muzîkê dê yekem konsera xwe di 26ê Sibatê de li paytexta Birîntanyayê bajarê Londonê saz bike.

Di nav komê de Arjan Seyfizader ê îranî, xelkê Îspanyayê Ant Romero û xelkê Yûnanistanê Amarildo Gega cih girtine.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:02