Namzedekî PDK'ê: Li Kerkûkê ti tişt nikare rêgiriyê li me asteng bike

Namzedekî PDKê li Kerkûkê dibêje: “Em xelkê Kerkûkê ne, em bê poster jî tên naskirin, di bangeşeyê de jî ti tişt nikare rê li me bigire.”
04.11.2023, Cts - 12:48
Namzedekî PDK'ê: Li Kerkûkê ti tişt nikare rêgiriyê li me asteng bike
Nuçe Belav bike

Namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Elî Nazim derbarê astengiyên li wan tên kirin de, ji K24ê re ragihand: “Em bêyî poster beşdar bibin, dîsa jî em ê li Kerkûkê bi ser bikevin, ji ber ku bernameya me, xizmetkirina xelkê Kerkûkê ye.”

Herwiha got: “Bernameya PDKê li Kerkûkê, derxistina hêzên çekdar ji bajêr û vegerandina rûmetê bo gel û saziyan e. Bernameya PDK'ê ew e ku şaristaniyê li bajêr vegerîne.”

Nazim diyar kir: “Weke namzetê PDK’ê, ti tişt nikare me asteng bike, ji ber ku em xelkê wî bajarî ne, gel me nas dike. Ew ê li bajêr li dijî namzedên PDK’ê tê kirin, binpêkirina hilbijartinan e, lê ew ê biser nakeve.”

Got jî: “Bidestxistina piraniya kursiyên bajêr, dê çarenivîsa Kerkûkê diyar bike. Em dikarin bi rêya van kursiyan, parêzgarê Kerkûkê destnîşan bikin û dê bandoreke temam li ser Kerkûkê bike.”

Roja 1/11/2023 li Kerkûk û 14 parêzgehên Iraqê bangeşeya hilbijartinên encûmenên parêzgehan dest pê kir û li Kerkûkê 10 hevpeymanî, 5 partiyên siyasî û 3 namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. 16 namzed jî dê wek endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bên hilbijartin.

Kampanya dê 45 rojan berdewam bike û 48 demjimêran berî proseya dengdana taybet dê bê rawestandin.

Biryare roja 18.12.2023ê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê li Kerkûk û 14 parêzgehên din ên Iraqê bi beşdariya zêdetir ji 23 milyon dengderan birêve biçe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 724 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:03:00