Navenda Revenda Kurdistanê li ser Kerkûkê daxuyanek belav kir

Navenda Revenda Kurdistanê (KDC) ya Swêdê binpêkirina mafên Kurdan ên li Kerkûkê şermezar kir.
04.09.2023, Pts - 05:53
Navenda Revenda Kurdistanê li ser Kerkûkê daxuyanek belav kir
Nuçe Belav bike

KDCyê ji bo şermezarkirina van bûyeran banga tevlîbûna çalakiya 5ê Îlonê kir.

Navenda Revenda Kurdistanê (KDC) li ser bûyerên Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

Navenda Revenda Kurdistanê di daxuyaniyê de rahand ku li Kerkûkê bi destê Heşdî Şeibî li dij Kurdan kiryarên qirêj tên kirin.

“Kuştin, brîndarkirin û malwêranî li ser Kurdan didomînin”

Navenda Revenda Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Wekî ji raya giştî re jî diyar e ku niha bûyer û kiryarên qirêj ên li Kerkûkê bi serpereştiya Şerokwezîrê Îraqê û bi hêza çêşa Îraqê û bi destê Heşdî Şeibî li dij Kurdan bê rawestan di nava çalakiyan de ne.

Her roj, kuştin, brîndarkirin û malwêranî li ser Kurdan didomînin.

Divê êdî dijminên me baş bizanibin ku ew erd bi xwîna hezaran pêşmêrgeyan hatiye avadan wê êdî nebe malê Ereban.

Ji ber vê Barzaniyê mezin gotiye; `Kerkûk dilê Kurdistanê ye.` Li ser me her Kurdekî jî ferz e ku em wî dilî biparêzin.

Em wekî Navenda Rewanda Kurd ji cangoriyên xwe re rehmê, ji birîndarên xwe re şîfayê û ji malbatan re jî sebrê dixwazin.

Îro roja xîret, berxwedan û piştgiriyê ye. Divê li seranserê cihanê Kurd jî dengê xwe derxin.

Piştgirî û alîkariya brayên xwe ve rabin. Roj roja xwedî li welatê xwe derketinê ye.

Kerkûk dilê Kurdistanê ye. Bijî Kurd bijî Kurdistan.”

Navenda Revenda Kurdistanê ragihand ku ji bo şermezarkirina binpêkirinên li dijî Kurdan ên li Kerkûkê, wê 5ê Îlonê li ber Balyozxaneya Îraqê çalakiyekê li dar bixe.

Navenda Revenda Kurdistanê diyar kir ku wê çalakî saet 13:30 - 17:00an li navnîşana Elvaston Pl, South Kensington London SW7 5QH 3 bê lidarxistin.

Herwiha Navenda Revenda Kurdistanê bangî Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî çalakiyê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:27