Nazim Debax: Planên li Tehranê yên li dijî Herêma Kurdistanê têk çûn

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax di hevpeyvîna bi “IRNA” re behsa kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê kir.
05.08.2024, Pts - 13:40
Nazim Debax: Planên li Tehranê yên li dijî Herêma Kurdistanê têk çûn
Nuçe Belav bike

Debax got: “Kuştina heniye dê bibe sedema aloziyên zêdetir di navbera welatên erebî û cîhana îslamî ligel rêjîma Israîlê de. Herwiha hewldanên dîplomatîk ên li Qeterê yên ji bo ragihandina agirbestê li Xezzeyê jî têk dide.”

Diyar kir jî: “Hin alîyan ji bo berdewamkirina şer û pevçûnên li herêmê, her tiştê ji destê wan tê, dikin. Ji ber vê, hinan hewl dan ku Herêma Kurdistanê jî têxin nav bûyera Tehranê û gumanên şaş belav kirin ku êrîş, çi mûşek û çi jî dron, ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatiye avêtin. Lê ev plana wan bi ser neket.”

Serokê Polîtvburoya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Îsmaîl Heniye roja 31ê Tîrmehê piştî ku beşdarî merasima sûndxwarinê ya Serokê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bû, li mala xwe ya li Tehranê hat kuştin.

Di daxuyaniya sêyem a Navenda Têkiliyên Giştî ya Supaya Pasdarên Îranê got: “Li gorî lêkolînan, Îsraîlê bi avêtina mûşekeke kurtavêj bi seriyekî teqemenî ya bi hêz, bi giraniya heft kîlograman hatiye kirin.”

Supaya Pasdarên Îranê piştrast kir ku êrîş ji hundirê Îranê bi piştevaniya Amerîkayê hat kirin. Herwiha got, ev êrîş bê tolhildan namîne, divê Îsraîl di wext û cihê guncayî de berdêlên giran bide.

 

Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:32