Nêçîrvan Barzanî : Behsa armanca êrîşên DAÎŞ ê li ser Kurdistanê dike

Armanca sereke ya êrîşa DAÎŞê bo ser herêma Kurdistanê ew bû ku ew pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye têk bide. Ew tabloya ciwan ya pêkvejiyana hemû pêkhateyan; mesîhî, tirkemen, êzidî, misilmnên şîye û sune di vê deverê de ji bo me serferazî ye û li hemû cîhanê tê behis kirin. Divê em bizanin dema dijminên me biryar da ku gund û warên me bişewitînin û wêran bikin, gundê misilman û yê mesîhîyan, dêr û mizgeft bi hev re wêran kirin. Divê li Kurdistanê û ew deverên hemû pêkhate lê hene li ser pêkvejiyana xwe berdewam bin û tu hêzek tesîrê lis er wan neke.
15.03.2017, Çar - 09:41
Nêçîrvan Barzanî : Behsa armanca êrîşên DAÎŞ ê li ser  Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li devera Dêrelok û Amêdiyê hijmareke projeyên xizmetgozarî weke; pirojê ava Amêdiy û cadeya Şêladizê-Sîriy û tunela Amêdiyê vekirin.

Serokwezîr di axaftinê xwe de behsa giringiya wan pirojeyan bo devera Amêdiyê kir û paşî behsa rewşa dijwar û kirîzên bi ser Herêma Kurdistanê de hatine kir:

– Piştî sala 2003ê û bi wê siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser diçû, baweriya me ew bû jiyaneke nû ji bo gelê Kurdistanê dest pê bike, pirsgirêk û alozî namînin û siyaseta me bibe siyaseta xweşkirina jiyana xekê Kurdistanê. Ji ber ku miletê me westiyaye, zehmet dîtiye û ew derfet çêbûye êdî gelê me bêhna xwe bide û pirojeyên xizmetgozarî pêşkeşî gel bikin, ev bû baweriya me. Em tu wextekî di wê baweriyê de nebûn destpêka sala 2014ê em dê rûbirûyê hindek kirîza bin û ji sedema wan kirîzan dê hindek ji pirojeyên xizmetgozarî rawestin. Eger ji têgihiştina xelkê Kurdistanê nebuya û gel piştgiriya hikûmet û serokatiya siyasî nekraye me tiştek nedima, ji ber ku barekî giran û gelek pirsgirêk ji bo Herêma Kurdistanê çê bibûn.

– Em tu dema di wê baweriyê de nebûn sala 2014ê tiştekî weke DAÎŞ bo me peyda bibe, em di wê baweriyê de bûn ku eger pirgirêkek navxweyê çê bibe hêza pêşmerge heye bergiriyê bike û rê nedin ew pirsgirêk mezin bibe, em di wê baweriyê de bûn eger gefên derekî li ser me hebin, hikûmeta Îraqê arteş heye bergiriyê ji tixûban bike. Sala 2014ê em rûbirûyê mezintirîn grûpa terorîstî ya cîhanî bûn, ne karekî hêsane, 1100 kîlometir tixûb digel grûpa terorîstî hebe û şer bi ser me de hat feriz kirin. Ji bilî vêna jî, qutkirina budceya Herêma Kurdistanê li şibata sala 2014ê ji aliyê Bexdayê ve bandoreke gelek xerap li ser me hebû. Hatina zêdetir ji milyonek û heftsedhezar penaber û koçberên destê terorê ji deverên cudayên Îraqê û nizimbûna buhayê neftê barê herêma Kurdistanê zêdetir giran kir.

– Ev hemû tiştên bi serê me hatin, derseke mezin ji me re da, weke; pêwîste hertim ji bo bergirîkirinê me hêzek amade hebe, ji ber ku eger em pişta xwe bi hindek din girê bidin dê me ber bi hîlaketê bibe, her weke me dîtî. Ew bûyerên li Şingalê û deverên din bi serê me hatin ji encama wê yekê bû ku em di wê baweriyê de nebûn tiştek wisa çê bibe. Em di wê baweriyê de nebûn ku piştî jinavçûna rijêma Basê rûbirûyê hêzek hovanetir bibin, van tiştan hemûyan pirsgirêkên mezin ji bo me çêkirin.

– Piştî sê salan, bi xêra xûna şehîdên me û ew pêşmergeyên mêrxas li çeperên pêşiyê ji bona bergirîkirina Kurdistanê şer dikin û xûna xwe bexşî ku 1700 şehîd û nêzîkî 10000 birîndar in, ev welat parast û rê neda xewina dijminên me û ew pîlana ji bo Kurdistanê danabû, bi cî bibe. Em ser û bejna xwe li hember xûna wan şehîdan di şemînin ku îro em li vir bi azadî û bê pirsgirêk merasima pêktînin bi xêra xûna wan şehîdan û pêşmergeyê mêrxas e ku li çeperên pêşiyê li berxwe didin daku ev gelê me bi aramî jiyan axwe berdewam bike. Silav ji bo hemû pêşmergeyên Kurdistanê ji Zaxo heta Xaneqînê.

– Armanca sereke ya êrîşa DAÎŞê bo ser herêma Kurdistanê ew bû ku ew pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye têk bide. Ew tabloya ciwan ya pêkvejiyana hemû pêkhateyan; mesîhî, tirkemen, êzidî, misilmnên şîye û sune di vê deverê de ji bo me serferazî ye û li hemû cîhanê tê behis kirin. Divê em bizanin dema dijminên me biryar da ku gund û warên me bişewitînin û wêran bikin, gundê misilman û yê mesîhîyan, dêr û mizgeft bi hev re wêran kirin. Divê li Kurdistanê û ew deverên hemû pêkhate lê hene li ser pêkvejiyana xwe berdewam bin û tu hêzek tesîrê lis er wan neke.

– Biazadkirina Mûsilê deriyek din yê bazirganiyê ji bo xelkê deverê û yê Kurdistanê vedibe. Azadkirina Mûsilê dê rê xweş bike ku xelkê me bazirganiyê digel wî bajarî bike û deriyek din yê aborî ji bo Herêma Kurdistanê û xelkê vebe, jiyan dest pê bike ku DAÎŞ bi her awayî lêdixebitî wê jiyan û pêkvejiyanê li gelê me têk bide, bi xêra xûna şehîdan û pêşmergeyê mêrxas ew nekarîn bi armana xwe bigihin. Lê divê em bi berdewamî hişiyar bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:27