Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê rola hevpeymanan gotûbêj dikin
Serokê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê, rola hêzên hevpeymanan û çend pirsên din gotûbêj kirin.
14.02.2024, Çar - 14:38
Serokê Herêma Kurdistanê Serok Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Sibata 2024an pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê David Berger kir.
Di hevdîtinê de peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina wan, rol û pêgeha Iraqê li li ser asta herêm û navdewletî, armanckirina hêzên hevpeymanan li Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Her du alî derbarê rewşa ewlekarî ya Iraq û herêmê û rola hêzên hevpeymanan danûstandina bîr û ramanan kirin û tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û herêmê kirin, herwiha çend pirsên din ên cihê giringiya hevbeş behs kirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:00