Nêçîrvan Barzanî: Bila jin piştrast bin ku ez piştevanê wan im

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 71emîn a avabûna Yekitiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir.
11.12.2023, Pts - 13:01
Nêçîrvan Barzanî: Bila jin piştrast bin ku ez piştevanê wan im
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û got:

“Avabûna Yekitiya Jinên Kurdistanê li têvên jinên Kurdistanê bi germî pîroz dikim.

Ez têkoşîna wan a ji bo mafên jinan, azadî û wekheviyê giranbiha dibînim û ji wan re hêviya serkeftina domdar dikim.”

“Wan jinan di hemû qadên jiyanê de xizmet ji welêt re kiriye”

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de da zanîn:

“Yekitiya Jinên Kurdistanê wekî rêxistineke pêşeng a parastina mafên jinan di her du şoreşên azadiyê de ji bo xebatên sivîl ên civaka Kurdistanê de roleke diyar bi cih aniye.

Xeyn ji parastina mafên jinan, di hemû waran de bi sedan jinên jêhatî û gelek kadro û rêber perwerde kirine ku wan jinan di hemû qadên jiyanê de xizmet ji welêt re kiriye û dikin.”

“Ez piştgiriya xwe dubare dikim”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku bêyî garantîkirina hemû mafên jinan civakeke pêşketî û azad ava nabe û pê de çû:

“Ez piştgiriya xwe ya ji bo xebatên jinan dubare dikim.

Bila Yekitiya Jinên Kurdistanê û hemû tevgerên jinan ên li Kurdistanê piştrast bin ku ez dê tim û daîm ji bo mafên wan hevkar û piştevanê wan bim.”

Yekitiya Jinên Kurdistanê 12ê Kanûna Pêşîna 1952yan li bajarê Silêmaniyê hat damezrandin.

Saziyeke mirovî ye, li Kurdistanê û li gelek navendên Kurdan ên li cîhanê xebatên ji bo jinan dike.

Yekitiya Jinên Kurdistanê ji bo ku jin beşdarî Şoreşa Îlonê bibin û di gelek qadên jiyanê de bigihin hev û organîze bibin hat damezrandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:38:40