Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû pirsgirêk bi diyalog û danûstandinê bên çareserkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî divê hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalog û danûstandinê bên çareserkirin.
13.04.2017, Per - 08:38
Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû pirsgirêk bi diyalog û danûstandinê bên çareserkirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî divê hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalog û danûstandinê bên çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî, roja Çarşema 12yîê Nîsanê serdana Herêma Kurdistanê kir û li bajarê Hewlêrê digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Derbarê civînê serokwezîriyê daxuyaniyek da û ragihand ku Îbrahîm Ceferî, di civînê de got ku Herêma Kurdistanê beşek giring ji Îraqê ye û pêdvîye hevahengiyek baş di navbera her du aliyan de hebe, bi taybetî ku ji ber wê hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, terorîst rastî şikestinên mezin hatine.

Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got ku siyaseta Herêma Kurdistanê eve ku digel arteşa Iraqê, Îraq û deverê ji metirsiyên terorê rizgar bikin û DAIŞê li deverê binbir bikin.

Serowkezîr got ku divê hemû pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û danûstandinê bên çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:31:40