Nêçîrvan Barzanî gehişt Qesra Elysee'yê

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
02.12.2017, Cts - 11:21
Nêçîrvan Barzanî gehişt Qesra Elysee'yê
Nuçe Belav bike

Serokomarê Fransayê Emmaneul Macron îro li Koşka Elyseeyê, pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re kir.

Herwiha di şandeya Barzanî de ji Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fuad Hisên û Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî pêk tê.

Biryare piştî hevdîtinê Serokwezîr Barzanî û Serokê Fransayê Macron civîneke rojnamevanî saz bikin.

Her wiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistan Sefîn Dizeyî di derbarê vî hevdîtinê da destnîşan dike ku, ev hewldan dibe ku di navbera fransa û Herêma Kurdistanê de jibo nêzikbûna hevdû bingehek baş amade bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 889 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:26