Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve û tekez kir, ku hebûna PKKê li Şingalê netenahiyek (ne îstiqrariyek) li deverê çêkiriye.
18.12.2016, Paz - 12:07
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro pênşemî 15ê Kanûna 2016ê beşdarî di konfransa Kurdistan Piştî Serxwebûnê ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê kir û tê de gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rewşa Şingalê piştî rizgarkirina wê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve kir û got: “Rizgarkirina Şingalê yek ji armancên sereke yên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.”

Barzanî herwiha behsa hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê kir û da xuyakirin, ji bo xelk vegere ser cih û malên xwe û Şingal cardin were avedankirin, pêwîst e PKK ji wê devera Başûrê Kurdistanê derkeve,

Barzanî wiha got:

“Îro hebûna PKKê li Şingalê ne îstiqrariyek li deverê çêdike, yek ji wan sedemên ku Şingal jî avedan nabe, hebûna PKKê li wê deverên ye û ev jî rastiyek e, çimku xelk ji pêşeroja xwe piştrast nînin, ji ber wê jî navegerin deverê. Divê PKK ji wê yekê têbigihîje û di ber xêra xelkê deverê de ji wê deverê derkevin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir: “Divê xelkê Şingalê bi xwe biryar biidn, çawan xwe birêve bibin.” Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir: “Ew hêza ku niha destwerdanê li Şingalê dikin, divê li wir nemînin, em di wê baweriyê de ne, ku pêwîst nake PKK weke hêzekê li Şingalê bimîne û gerek derkeve.”

Barzanî amaje bi cografiyaya Şingalê kir û ragihand, cografiyaya Şingalê pirsgirêkek mezin bû li pêşiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku bi gotina wî, di dema êrişa DAIŞê bo ser Şingalê de, ew dever gelek ji Herêma Kurdistanê dûr bû û weke giravekê cuda ji axa Herêma Kurdistanê bû û ew yek jî weke arîşeyeke mezin bo Herêma Kurdistanê bi nav kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser wê mijarê wiha axivî:

“Gelek axavtin li ser wê yekê tê kirin, ku gelo me rê da (ew yek were serê Şingalê)? rastiya wê ev e ku nexêr, belku eger teameşeyê wê deverê were kirin, ku dikeve navbera Herêma Kurdistan û Şingalê de, tê dîtin ku navbeyneke 70 kîlometrî heye. Em li cihekê nebûn di vê navbeynê de, wate Şingal weke wê ye ku giravek di nava devê dijmin de be. Ev jî arîşeyeke mezin ji me re çêkir.”

Roja 3ê Tebaxa sala 2014ê, di encama êrişeke berfireh de, Şingal kete destê DAIŞê, lê di meha 11 a heman salê de, beşeke deverên derdora Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hatin derxistin.

Piştre navenda bajarê Şingalê û çend bajarok û gundên derdora wê di operasyoneke mezin a Hêzên Pêşmerge de û bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatin rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:47