Nêçîrvan Barzanî serdana Goranê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel cîgirê xwe Qubad Talebanî dê li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Goranê bike.
21.11.2017, Sal - 07:50
Nêçîrvan Barzanî serdana Goranê dike
Nuçe Belav bike

Sekreterê rojnamevanî yê Qubad Talebanî yê bi navê Semîr Hewramî ji Rûdawê re diyar kir ku îro şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî û çend wezîrên Herêma Kurdistanê serdana Silêmaniyê dikin.

Semîr Hewramî berdevama axaftina xwe de da zanîn ku şanda navborî bi tevgera Goran re dicivin û da xuyakirin armanca civînê jî bidestxistina yekdengiya aliyên siyasî ye ji bo rûbirûbûna wan kirîzên ku niha li Herêma Kurdistanê hene.

Semîr Hewramî herwiha destnîşan kir ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana aliyên din ên siyasî jî bike.

Di vê çarçoveyê de duh roja duşemê heman şandî serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:20