Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest.
16.12.2023, Cts - 18:05
Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah li ser Xê peyameke sersaxiyê pêşkêşî gel û serkirdayetiya Kuweytê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Ji bo koça dawî ya Şêx Newaf, ez sersaxiyên xwe pêşkêşî gel û serkirdayetiya welatê dost Kuweytê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha got:

“Em li Herêma Kurdistana Îraqê di vê dema dijwar de hevparê xema welatê Kuweytê yê dost in.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku wî bi bihuşta xwe şad bike û sebrê bide her kesî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:52