Nêçîrvan Barzanî spasiya Neteweyên Yekbûyî kir

Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkariyên wê yên li Îraqê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir.
15.11.2023, Çar - 14:41
Nêçîrvan Barzanî spasiya Neteweyên Yekbûyî kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) Volker Perthes li Hewlêrê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkariyên wê yên li Îraqê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir.

Di cîvîna Nêçîrvan Barzanî û Volker Perthes de, serdana Perthes a Îraqê û hevdîtinên wî yên bi rayedarên Îraqê re hatin gotûbêjkirin.

Herwiha kar û xebatên tîmên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hevkariyên wê yên li Îraqê spasiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê yên li Îraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî qala girîngiya karên UNAMIyê yên li Îraqê kir û pesnê kar û xebatên wê yên da.

Barzanî diyar kir ku kar û xebatên UNAMIyê sûd gihandiye aramî û pêşketina Îraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:28