Nêçîrvan Barzanî teqînên Kirmanê şermezar kirin

Serokê Herêma Kurdistanê teqînên li bajarê Kirmanê yê Îranê ku di encamê de zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest da şermezar kirin.
04.01.2024, Per - 05:46
Nêçîrvan Barzanî teqînên Kirmanê şermezar kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser teqînên di bibîranînên salvegera 4em a kuştina Qasim Silêmanî de daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

“Em teqînên terorîstî yên ku îro bajarê Kirmanê ya Komara Îslamî ya Îranê kirin armanc û di encamê de bi dehan welatiyên Îranê canê xwe ji dest da û birîndar bûn, şermezar dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman:

“Em sersaxiyê ji serkirde, hikûmet û gelê dost ê Komara Îslamî ya Îranê re dixwazin û hevsoz û hevxemê wan in.”

Li eyaleta Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî di nav kesên ku ji bo bibîranîna Qasim Silêmanî kom bûbûn de teqîn çêbûn.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku teqînên li Kirmanê êrişên terorîstî ne.

Hat ragihandin ku du teqîn çêbûne û di navbera wan de 10 xulek hebûne.

Di wan her du teqînan de 103 kesan canê xwe ji dest da û 188 kes jî birîndar bûne.

Qasim Silêmanî di 3yê Kanûna Paşînê ya 2020î de ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:42