Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Reîsî dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dibe.
21.05.2024, Sal - 17:33
Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Reîsî dibe
Nuçe Belav bike

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan û berpirsên din ên Îranê çelengeke kulîlkan şand Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê û peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî got: “Ji bo mirina xemnak a Serok Reîsî û şandeya wî, hevxemî û hevsoziya serkirdayetî û hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê yê dostê min in.”

Nêçîrvan Barzanî 5ê Gulanê çûbû Tehranê û li wê derê bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya bû.

13ê Gulanê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî behsa civîna Nêçîrvan Barzanî ya bi berpirsên Îranê re kir.

Nasir Kenanî eşkere kiribû ku gotûbêjên zelal di navbera berpirsên Îranê û Serokê Herêma Kurdistana Îraqê de hatine kirin û ew gotûbêj erênî bûne û ew hêvî dikin bandorên wan ên erênî bibinîn.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeyeke bilind beşdarî şîna Serokkomarê Îranê dibe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:17