Nêçîrvan Barzanî: Bexdayê ti pareyek bo mûçe neşandiye Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, heta niha hikûmeta Iraqê ti pareyek bo mûçeyê karmendan neşandiye Kurdistanê.
07.02.2018, Çar - 13:38
Nêçîrvan Barzanî: Bexdayê ti pareyek bo mûçe neşandiye Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna hikûmet, parlamento û Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Nêçîrvan Barzanî li ser 250 milyar dînarê ku çend roj berê Bexdayê şandibû Kurdistanê, got, ew pare ne bo mûçeyê karmendên Kurdistanê hatiye şandin, jixwe rastî hikûmeta Kurdistanê jî nehatiye kirin. Ew pare li liqa Hewlêrê ya banka navendî ya Iraqê hatiye danîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku heta niha Bexdayê ti pareyek bo mûçe neşandiye Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:40