Neçîrvan Barzanî: Bêyî azadiya jinan civak pêş nakeve

Serokê Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi wesileya Roja Têkoşîna Navnetewî li hemberî Tundîya Jinan daxûyanîyek nivîskî weşand.
25.11.2022, Cum - 11:47
Neçîrvan Barzanî: Bêyî azadiya jinan civak pêş nakeve
Nuçe Belav bike

Neçîrvan Barzanî, bi boneya Roja Rûbirûbûn û Nehiştina Tundûtûjiya li dijî Jinan daxûyanîyek belav kir.

Barzanî, daxûyanîya xwe de da zanîn ku wê dûbare mafên jinan biparêze û piştgirî bide têkoşîna azadiya jinan.

Barzanî da zanîn ku, wekî her carî ji bo serkeftinek mezin, jibo parastina mafên jinan, jibo avakirina civakek ku têde jin azad û wekhev bijîn her wiha ji her cûre tundîyan dûr em ê xebatên xwe berdevam bikin.

Berdevamiya daxûyaniya xwe de Barzanî, "Heya jin azad nebe, di civakê de aşitî û pêşketin çênabe." anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê jin di nava malbatê de, li cihê kar û li hemû qadên giştî bên parastin û got, "Ji bo parastina jinan ji destdirêjî û tundiyê, em ê li ser asta herêmî û navneteweyî bi aliyên peywendîdar re hevkariyê bikin."

Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew li kêleka hemû jin û rêxistinên sivîl ên ku ji bo parastina azadî, aştî û mafên jinan diparêzin û got, em silav li qurbaniyên tundiyê û hemû jinên ku ji bo wekhevî û aştiyê têdikoşin dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:00