Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Austiryayê re civiya

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Austiryayê li Iraqê Andrea Nasî kir.
03.08.2024, Cts - 15:43
Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Austiryayê re civiya
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Austiryayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirina hevkariyan di hemû waran de gotûbêj kirin.

Her di vê derbarê de, behsa serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî bo Viennayê û hevdîtinên wî yên ligel Serok û Wezîrê Derve yê Austuryayê kirin.

Di mijareke din, her du serokan behsa rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên li navçeyê û çend pirsên din ên cihê giringiya hevbeş kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:10:24