Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bêşdarî merasîma sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe doh çûbû Tehrana paytexta Îranê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê di roja duyem a serdana xwe de bo Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê her du alî li ser pêwendiyên Îranê yê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û herêmê axivîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Îranê yê ligel Îraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeş a ji bo parastina aramî û aştiyê ya herêmê kiriye.