Nêçîrvan Barzanî bo çileya Îmam Husên peyam weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçêirvan Barzanî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê bi boneya çileya şehîdkirina Îmam Husên û 72 hevalên ku ku yek ji girîngtirîn bûyerên olî yên Şîayan li Kerbelayê ye peyamke belav kir.
17.09.2022, Cts - 16:34
Nêçîrvan Barzanî bo çileya Îmam Husên peyam weşand
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Çileya Îmam Husên peyamek belav kir û tê de ragihand ku Iraqê niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi wê yekê heye îlhamê ji fedekarî û esaleta di bûyerê Îmam Husên de werbigire.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da xuyakirin niha Iraqê pêwîstî bi nirx û waneyên hêja heye, da ku prensîpên lêborînê, pêkvejiyan û aştîya civakî di navbera hemû pêkhatan de dirist bibe. " Ev ji bo paşerojeke geştir a ji bo gelê me û jiyanek baştir a ji bo nifşên me pêwîst e.”

Îro li Kerbelayê merasîmên Erbeînê bi boneya çileua salvegera şehadeta Îmam Husên tên lidarxistin.

Salene misilmanên Şîe ji bo bîranîna çileya Îmam Hisên serdana bajarê Kerbelayê yê Iraqê dikin û diçin serdana gora Îmam Hisên. Ew kesên ku derfetên wan ên çûna Kerbelayê nîne jî, li bajar û navçeyên xwe bi merasîman çileya Îmam Hisên dikin.

Îmam Hûsên li Kerbelayê bi çend hevalên xwe re hate şehîdkirin û li wir hate definkirin. Bûyera ku bi navê Şerê Kerbelayê an jî “Bûyera Tefê” tê naskirin, roja sêyemîn a şerê Îmam Husên û hevalên wî bi artêşa Yezîd bin Muawiye re bû ku wê demê “xelîfeyê” dewleta Emewiyan bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:56