Nêçîrvan Barzanî bo naskirina jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Almanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re civiya û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
08.03.2023, Çar - 11:21
Nêçîrvan Barzanî bo naskirina jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Almanyayê kir
Nuçe Belav bike

Îro Çarşemê 8ê Adara 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kiriye ku di warê leşkerî, mirovî û siyasî de piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku metirsiya terorê heta niha berdewam e, ji ber wê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berdewamiya piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Li aliyê din Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock tekezî li ser wê yekê kir ku Almanya giringiyê dide peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramiya siyasî û aborî. Herwiha tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kir, ku dibe sedema vegera koçberan û avadankirina navçeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 695 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:19