Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriyekê pêşkêş dike û aliyên Iraqî vedixwîne li Hewlêrê diyalogê bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang li aliyên siyasî yên nakok ên Iraqê dike, bêne li Hewlêrê guftûgoyên rasterast ji bo çareseriya pirsgirêkan bikin
01.08.2022, Pts - 06:07
Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriyekê pêşkêş dike û aliyên Iraqî vedixwîne li Hewlêrê diyalogê bikin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat: “Bi nîgeraniyeke kûr li rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatin dinêrin. Daxwaz ji aliyên siyasî yên nakok dikin xwe bigirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dest bi guftûgoyên rasterast bikin. Di vê rewşa hestiyar de, alozbûna zêdetir a rewşê, aştiya civakî, ewlehî û aramiya welatê dixe metirsiyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Digel ku em rêzê li îradeya xwepêşandanên aştiyane digirin, em tekezî li ser girîngiya parastina saziyên dewletê û ewlehiya can û mal û milkê welatiyan û karmendên dewletê dikin. Gelê Iraqê niha û di pêşerojê de hêjayî jiyaneke baştir e. Erk û berpirsyariya hevpar a hemû hêz û aliyan ew e ku bi hev re hewl bidin Iraqê ji vê rewşa hestiyar û metirsîdar derxin.”

Nêçîvan Barzanî tekez dike: “Herêma Kurdistanê weke her car dê bibe beşek ji çareseriyê, ji ber wê em bang li aliyên siyasî yên pêwendîdar ên Iraqê dikin ku bêne Hewlêrê, paytexta xwe ya duyem û dest bi diyalogeke vekirî û berfireh bikin, ji bo gihîştina bi têgihîştin û lihevkirinekê li ser bingeha berjewendiyê bilind ên welat. Ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin nîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:18:52