Nêçîrvan Barzanî: Di vê helkefta pîroz de em tekeziyê li ser kûrkirina çanda hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Yekê Muheremê û sersala nû ya koçî peyameke pîrozbahiyê belav kir
30.07.2022, Cts - 12:43
Nêçîrvan Barzanî: Di vê helkefta pîroz de em tekeziyê li ser kûrkirina çanda hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyameke de pîrozbahiya Yekê Muheremê û sersala nû ya koçî li tevahiya Misilmanên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Di vê helkefta pîroz de em tekeziyê li ser kûrkirina çanda hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê dikin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Ez bi germî cejna 1ê Muheremê û sersala nû ya koçî li hemû misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku sala nû xêr û xweşiyê, aramî û aşitiyê bo Herêma Kurdistanê, Iraq û mirovatiyê bi giştî bi xwe ra bîne.

Di vê helkefta pîroz de, em tekeziyê li ser kûrkirina çanda hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê dikin û hemû pêkhateyên etnîkî û olî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê welatê hemûyan û hêlîna jiyana hevbeş û lêborînê bimîne.

Sersala we pîroz be û her sal bi xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

30/7/2022

1ê Muherrem 1444

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:55