Nêçîrvan Barzanî: Divê berjewendiya gelê Kurdistanê bibe armanca sereke

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bo pîrozkirina sala nû ya zayînî de ragihand ku “Divê berjewendiya gelê Kurdistanê bibe armanca sereke.”
31.12.2022, Cts - 14:00
Nêçîrvan Barzanî: Divê berjewendiya gelê Kurdistanê bibe armanca sereke
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina serê sala nû ya zayinî peyamek belav kir û tê de dibêje: “Em dê ji bo baştirkirina jiyan û jiyana welatiyan, ji bo zêdetir kûrkirina pirdengiyê, pêkvejiyan, tolerans, parastina demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyan bixebitin.”

Barzanî tekez dike ku ew dê bi welatên cîran, herêmî, dost û hevpeymanên navneteweyî re li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevpar têkiliyên xwe pêş bixin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Sala nû ya zayînî li malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlehiyê, li hemû gelê Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ku sala bidestveanîna hêvî û serkeftinê û bidawîbûna şer, alozî, xem û nexweşiyan be û aştî, ewlehî û aramî li tevahiya mirovahiyê belav bibe.

Divê berjewendiya gelê Kurdistanê bibe armanca sereke ya me hemûyan, daku bidestpêkirina sala nû re, em yekrêzî, pêkvejiyan, hevpejirandin û hevkariyên hevbeş bikin rûpelekî nû di peywendiyên di navbera hêz û aliyên siyasî û hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de. Werin em bi hev re kar bikin ji bo parastin û misogerkirina mafên destûrî û federalî û çareserkirina pirsgirêkan ligel Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingeha destûrê.

Em careka din tekez dikin ku Herêma Kurdistanê erk û berpirsiyariya xwe ya hevbeş cîbicî dike û weke hertim faktora aramî û seqamgîriyê dibe, ji bo hemû hevkariyekê jî berhev e ji bona rûbirûbûna gef û çareserkirina pirsgirêkên welat, ji bona bidestveanîna aramî û seqamgîriya siyasî û emnî li Iraqê, bi awayekî ku maf û şayesteyên hemû pêkhateyên welatiyan parastî bin.

Em dê bi welatên cîran, herêmî, dost û hevpeymanên navneteweyî re li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevpar têkiliyên xwe pêş bixin. Ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û jinavbirina terorîstan em dê li ser hevkariya hevbeş berdewam bin. Em dê bi hev re ji bo aştî, aramî û îstiqrarê biçespînin.

Em dê ji bo baştirkirina jiyan û jiyana welatiyan, ji bo zêdetir kûrkirina pirdengiyê, pêkvejiyan, tolerans, parastina demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyan bixebitin. Em bi hêvî û geşbîniyê ve li sala nû dinêrin. Ji bo we hemûyan tendirustiyeke baş, serkeftin, şadî û bextewariyê dixwazim.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:01