Nêçîrvan Barzanî: Divê em bi rêya perwerdehiyê rûbirûyê îdeolojiya tundrew û tundûtûjiyê bibin

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnerê Amerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê kir
05.10.2022, Çar - 14:22
Nêçîrvan Barzanî: Divê em bi rêya perwerdehiyê rûbirûyê îdeolojiya tundrew û tundûtûjiyê bibin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê bo Karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger îro civiyan. Nêçîrvan Barzanî got, “Teror bi tenê bi hêza çekan ji nav naçe lê ji bo nehîştina terorê divê bi rêya perwerde, kûrkirina çanda lêborîn, hev qebûlkirin û pêkvejiyanê rûbirûbûna bîr û raman û îdeolojiya tundrewî û tundûtîjiyê bêne rakirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemê 5ê Îlona 2022an li Hewlêrê, pêşwaziya Nûnerê Amerîkayê yê bo Karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger û şandeke pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrî jî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê û Iraqê û metirsiya DAIŞê, peywendiyên di navbera aliyên Kurdî û pêkhateyên li Sûriyê, rewşa kampan bi taybet Kampa Holê hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku her du aliyan teqezî li ser girîngiya berdewamiya hevkariyên hevbeş ya ji bo rûbirûbûna terorê û metirsiyên DAIŞê kir ku heta niha jî metirsiyeke rasteqîne ye li ser Sûriyê, Iraq û deverê bi giştî, her wiha, bi pêdivî zanî ku welatên Ewropayê û yên herêmî ji bo wergirtina welatiyên xwe ji kampa Holê hevkar bin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, teqezî li ser wê yekê kir ku teror bi tenê bi hêza çekan ji nav naçe lê ji bo nehîştina terorê divê bi rêya perwerde, kûrkirina çanda lêborîn, hev qebûlkirin û pêkvejiyanê rûbirûbûna bîr û raman û îdeolojiya tundrewî û tundûtîjiyê bêne rakirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku pêwîstiya diyalog û yekrêziya di navbera aliyên Kurdî û pêkhateyên din li Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din yên xwedî berjewendiya hevbeş mijarên din yên hevdîtinê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:05:08