DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.
Ji bo bibîranîna vê komkujiya giran li Zanîngeha Kurdistane Hewlêrê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li merasîmê axivî.
Nêçîrvan Barzanî bi bîr anî ku “Komkujiya Şingalê yek ji sûcên herî xwînmij ên cîhanê ye” û got:
“Em wan piştrast dikin, heta ku yekî revandî mabe jî em dê ji bo rizgarkirina wan bixebitin.
Divê hemû civaka navneteweyî bixebite da ku ti carî sûcekî din ê wiha dubare nebe.”
Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr anî ku DAIŞê Şingal wêran kiriye, bi sedhezaran Kurdên Êzidî ji warê xwe derketine û got:
“Êşa vê komkujiyê ne 10 salan, heta hetayê nayê jibîrkirin. Divê xizmetkirina ji Şingalê re û rizgarkirina xelkê Êzidî karê me yê ewil be.”
“Divê PKK ji Şingalê derkeve”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hinek pirsgirêkên li Şingalê û li pey çû:
“Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku Şingal nebe qurbaniya nakokiyên hêzên herêmî.
Divê Şingalî karê xwe bi xwe bikin û nebin dîlên hêzên derveyî sînor.
Divê PKK û hêzên din ên neyasayî ji Şingalê derkevin da ku hemû karibin ewlehî, aramî û ewlehiyê vegerînin Şingalê.”
“Êzidîtî dînê jiyandostî, mirovdostî û hevqebûlkirinê ye”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Êzidîtî û Êzidiyan jî wiha axivî:
“Êzidîtî dînê jiyandostî, mirovdostî û hevqebûlkirinê ye. Pirsgirêka wê bi ti dîn û baweriyên din re nîne.
Êzidî gelekî dixwazin bi kesên li derdora xwe de bi di nava aştî û xweşiyê de bijîn.
Ji ber vê jî heta ku te bivê ji aştî, aramî û seqamgîriyê hez dikin.”
“DAIŞ heta niha jî metirsiyeke jidil e”
Nêçîrvan Barzanî got, “DAIŞ heta niha jî metirsiyeke jidil e” û destnîşan kir ku DAIŞê xwestiye bi qirkirina Êzidiyan dijminahiyê bixe nav pêkhateyên Kurdistanê.
DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.
Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:
- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin
- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin
- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin
- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin
- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin